Li dijî dagirkeriya Tirk şêniyên Babê daketin qadan

Piştî rêzeteqîn û rewşên revandinê yên li bajarê Babê rû dan, şêniyên bajarê Babê li dijî bêewlehiya li herêmên dagirkirî daketin qadan. Şêniyan bi yekdengî gotin daxwaze wan ew e ku li herêmê aramî û ewlehî mîsoger bibe.

 

Doh li bajarê Bab’ê yê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, teqîneke mezin pêk hat..

Di encamê de 19 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Meclisa Leşkerî ya Babê ragihand ku yên êrişî pêk anîne komên girêdayî dewleta Tirk a dagirker in.

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan ku navenda wê li Londonê jî eşkere kir ku êrişar berê endamê DAIŞ’ê bû û piştî dagirkirina Babê beşdarî komên dewleta Tirk bû.

Li ser nasnameya çeteyên êrişkar jî, rêxistinê ev agahî dan:

Kesê êriş pêk anî navê wî E.Y ye. Bixwe ji gundê Ceblet El Hamra ye.

Endamê DAIŞ’ê bû û cihê xwe di êrişên Minbic û Babê de girtibû.

Piştî bajarê Babê hat dagirkirin beşdarî nava refên koma binavê “Firqet El Hemzat” a girêdayî Tirkiyê ye bû.

Rêxistinê diyar kir ku kesê êrişkar doh li Babê hatiye girtin.

Di vê navberê de piştî girtina wî hat bihîstin, bi sedan şêniyên Babê li ber navenda qaşo polîsan a girêdayî dewleta Tirk komên bûn û nerazîbûna xwe diyar kirin.

Şêniyên bajarê Babê jî li dijî kiryarên artêşa Tirk û çeteyên wê daketin qadan.

Doh bi şev li ber avahiya polîsan kom bûn, ev êrîş şermezar kirin û bajêr jî greva giştî pêk hat û derebeyên hemû dikanan hate girtin.

Şêniyên Babê îro jî li pêşiya avahiya çeteyên poîsên leşkerî kom bûn.

Çeteyan ji bo çalakiyê ji hev belav bike panzêr amada kir.

Di heman demê de çeteyan hewl da pêşî li hêrsa xwpêşandêran bigirin û gefa înfazkirinê li wan xwarin.

Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ji ber tevliheviyên di navebera çeteyan yên li ser dizî û talaniyê gelek teqîn pêk tên û bêewlehî serwer e.

Leave a Reply

Back to top button