Şerê Hemas û Îsraîlê: 187 roj

Artêşa Îsraîlê piştî Xan Yunis û Nexweşxaneya Şîfa xwe vekişand, kesên li kolan û taxan hatibûn kuştin ji hêla saziyên Tenduristiyê ve hatin komkirin.
Yekîneya Parastina Sivîl a Fîlîstinê li Şerîda Xezayê ragihand ku heta niha 409 cenaze ji bajarê Xan Yunisê hatine derxistin.
Li aliyê din jî Medyaya Îsraîlî duh ragihandibû ku Wezareta Parastina Îsraîlê dê 40 hezar çadiran berî valakirina
bajarê Refahê bikire.

Yekîneya Parastina Sivîl a Filistînê li Şerîda Xezayê ragihand ku piştî ku artêşa Îsraîlê ji heremê vekişiya, heta niha 409 cenaze ji bajarê Xan Yûnis û nexweşxaneya Şîfa û derdora wê hatine derxistin.

Berdevkê Yekîneya Parastina Sivîl Mehmûd Basal li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got:

“Piştî vekişîna hêzên Îsraîlî yên dagirker, Yekîneya Parastina Sivîl bi hevkariya saziyên fermî yên dewletê û rêxistinên navdewletî xebatên xwe yên derxistina termên miriyan ji nexweşxaneya Şîfa û derdora wê û bajarê Xan Yûnisê berdewam kirin.

Ji dema vekişîna hêzên dagirker ji her du herêman heta niha cenazeyên 409 kesan hatine wergirtin û xebat berdewam dikin.”

Basal bang li civaka navneteweyî û rayedarên pêwendîdar kir ku amûr û makîneyên kolandinê peyda bikin ku dê alîkariya derxistina cenazeyan ji binê kavilên xaniyên wêranbûyî yên li Xezayê bikin.

Nexweşxaneya Şîfa û Xan Yunisê 409 cenaze hatin derxistin

Basal diyar kir ku tenê li Xan Yûnûsê û derdora Nexweşxaneya Şîfayê di bin qûm û kavilên xaniyên wêranbûyî de bi dehan cenaze hene.

Artêşa Îsraîlê di 7’ê Nîsanê de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ji Xan Yûnisê ya li başûrê Şerîda Xezayê vekişiyaye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Tûgaya Komando ya 98’an a ku li Xan Yûnisê êrîş pêk anî, li herêmê peywira xwe temam kir û şevê din bi temamî ji vir vekişiya, tenê Tugaya Nahal wê li Şerîda Xezayê bimîne.

Di çapemeniya Îsraîlî û navneteweyî de nûçe hatin belavkirin ku ev gav di encama zexta Amerîkayê ya ji bo îmzekirina agirbest û pevguhertina girtiyan de hatiye avêtin.

Amadekariya valakarina Refahê ya Îsraîlê

Medyaya Îsraîlî duh ragihandibû ku Wezareta Parastina Îsraîlê dê 40 hezar çadiran berî valakirina bajarê Refahê bikire.

Wezareta Parastinê ya Îsraîlî heta niha ti piştrastkirinek derbarê kirînê de nekiriye.

Li gorî nûçeya Reutersê dê çadirên ku her yek tê de 12 kes tê de cih digirin bên kirîn, yek ji nîşaneyên pêşîn ên amadekariyên şênber ji bo valakirina Refahê bû ku zêdetirî milyonek filistînî tê de ne.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gelek caran îşaret bi planên operasyona Refahê kir.

Îsraîlê 40 hezar çadiran dikire

Artêşa Îsraîlî dibêje, çar lîwayên Hemasê û hejmarek nenas ji fermandarên payebilind ên Hemasê li Refahê hene.

Îsraîl pêştir ragihandibû ku her yek ji tabûrên Hemasê nêzîkî hezar çekdar hene.

Li gorî berpirsên tenduristiyê yên Hemasê li Şerîda Xezayê, di êrîşên bejayî û hewayî yên Îsraîlê de zêdetirî 33 hezar kes mirin, ku piraniya wan sivîl in.

Joe Biden: Netanyahu xeletiyê dike

Back to top button