YE: Piştevaniya bo Kîevê wê dewam bike

Hemwextî rewşa heyî, Wezîrên Karên Derve yên YE civiyan û careke din piştevaniya xwe bo Kîevê nîşan dan.
Rêveberiya Tehranê nûçeyên ku bi balafirên wan yên bêmirov êrişî Kîevê hatiye kirin red kir.
Waşîngton jî dibêje di destê wan de bi têra xwe belgeyên ku van agahiyan piştrast dike heye.

Ewropa dixwaze bi zexta li ser Rûsya, êrişên wê yên li dijî Ukrayna bidawî bike.

Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê li paytexta Belçîka Brukselê civiyan.

Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê û Alîkarê Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell piştî hevdîtinê daxuyaniyek da.

Borrell diyar kir ku ew piştgiriya xwe ya ji bo Ukraynayê didomînin û di vê çarçoveyê de biryarên nû girtin.

Borrell got,

“Me ji bo parastina aştî û aramiya li Başûrê Kafkasya û parastina mafên mirovan li Îranê biryarên girîng girtin.”

Îran: Me ti balafirên bê mirvo nedane Rûsya

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî derbarê gote goteyên ku dibêjin ‘Îran balafirên bê mirov dide Rûsyayê’ daxuyaniyek da.

Nasir Kenaî got;

“Em bi ti awayî ne alîgirê geşkirina şerin, welatê me ne beşek ji şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê ye.

Hin nûçe behsa şandina balafirên bê mirov ên welatê me ji bo Rûsyayê dikin da ku dijî Ukraynayê bikarbîne.

Ev hemû durî rastiyê ne û tenê ji bo berjewendiyên Rojava têne bikaranîn.”

Nasir di dewama axaftina xwe de got;

“Em ne beşek ji şer û geşkirina şerin.

Ji bo vê welatê me bi rêya peywendiyan dixwaze bi awayek giştî dawî li şerê navbera Moskov û Kîevê bê.”

Waşîngton: Balafirên bê mirov yên Îranê tên bikaranîn

Di nava demên dawiyê de bi balafirên bê mirov paytexta Ukrayna Kîev hatibû armanckirin.

Di hate îdiakirin ku di van êrişan de balafirên bê mirov yên Îranê hatine bikaranîn.

Rêveberiya Waşîngton jî dibêje, belgeyên piştrast dike ku di şer de balefirên Îranê hatine bikaranîn bidest xistine.

Back to top button