Endamên 2 eşîrên Iraqê çek rakirin û berê xwe dan cihê xwepêşandanan

Xwepêşandanên li Iraqê berfireh dibe û alozî kurtir dibe.
Endamên 2 eşîrên Iraqê çek rakirin û berê xwe dane cihê xwepêşandanên li navenda bajarê Nasiriyê yê li başûrê Iraqê.
Xwepêşandêrên Iraqê Pira Zeytûn a li bajarê Nasiriyê kontrol kirin û navenda foca destwerdana lezgîn bi temamî şewiatindin.

Aloziya Iraqê zêdetir dibe û roj bi roj derî li şerekî navxweyî vedike.

Herî dawî endamên 2 eşîrên Iraqê jî piştî ku gelek zarokên wan di xwepêşandanan de hatin kuştin, çek rakirin.

Tora Sky News da zanîn ku endamên eşîrên Al Xazî, ji bo parastina xwepêşandêran, çek radikin û berê xwe didin Qada El-Hibûbî ya li bajarê Nasiriyê yê başûrê Iraqê.

Hat diyarkirin ku hejmara xwepêşandêrên ku li parêzgeha Zî Qarê hatin kuştin, gihişt 16 kesan û 118 kes jî birîndar bûn.

Eşîrên El-Bedûr û Al Xazî pira Fehid a di navbera bajarê Nasiriyê û paytext Bexdayê de, kontrol kirin.

Xwepêşandêrên Iraqê jî pira Zeytûn a li bajarê Nasiriyê kontrol kirin û bi ser nevenda “Foca Destwerdana Lezgîn”de gitin û bi temamî şewitandin.

Li bajarê El-Semawa yê navenda parêzgeha El-Musna jî, 10 xwepêşandêr bi bombeyên gazê birîndar bûn.

Di vê derbarê de, hikumetê li bajarê Nasiriyê yê parêzgeha Zî Qarê “qedexeya derketina derve” ragihand.

Ajansa Frans Press diyar kir ku hejmara kesên ku di xwepêşandanên bajarê Nasiriyê de hatine kuştin, gihiştiye 13 kesan.

Artêşa Iraqê ji bo “kontrolkirina ewlehiyê”, fermandariyên leşkerî şandin gelek parêzgehên Iraqê.

Doh jî piştî birîndarbûna 32 kesan xwepêşandêrên Iraqê, li bajarê Necefê konsolosxaneya Îranê şewitandin.

Hikûmeta Iraqê bûyer şermezar kir û Îranê jî daxwaza helwesta tund ji Iraqê kir.

Serokwezîrê Iraqê Ebd El-Muhdî jî li Iraqê ji bo şerekî xeternak ê navxweyî hişyarî dabû.

Leave a Reply

Back to top button