Beşar Esed: Kiryarên Erdogan bê exlaqî ne

Serokê rejîma Sûrî Beşar Esed diyar kir ku li Sûriyê şerê li dijî terorîstan hîna bi dawî nebûye.
Esed kiryarên serokkomarê Tirkiyê Recep Teyp Erdogan weke ”bêexlaqî” bi nav kir û tekez kir ku Erdogan li gorî qanûnên navdewletî tevnagere û têrorîstên ku sivîlan bikûjin ji zindanan berdide û dişîne Ewrûpayê.

Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed di hevdîtina li gel kovara Paris Match de piştrast ku li Sûriyê şerê li dijî terorîstan bi dawî nebûye û hîna terorîst li Bakurê Sûrî hene.

Esed destnîşan kir ku dewleta Tirk û yên din hîn jî piştgiriyê didin terorîstan.

Serokê rejîma Sûrî li dijî kiryarên Erdogan nerazîbûneke tund nîşan da û weha got:

“Erdogan bi vegera terorîstan hewl dide li ser Ewropayê şantajê bike.

Şandina van terorîstan ber bi Ewropayê ve ku wê sivîlan bikujin, bi serê xwe bêexlaqî ye.

BEŞAR ESED:
MIJARA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMAWÎ PROPAGANDEYÊN ÇAPEMENIYÊ NE

Beşar Esed tekîldarî bikaranîna rejîmê ya çekên kîmyewî jî anî ziman ku ev tohmet mîna gefekê li dijî wan tê bikaranîn û vê yekê armanca ew e ku şerê li dijî terorîstan rawestîne.

Esed mijara bikaranîna çekên kîmyewî weke propagandeyên çapemeniyê bi nav kir û got:

Dema em baş bi pêş ve diçin, çima em ê çekên kîmyewî bi kar bînin? Pirs di vir de ye.

BEŞAR ESED:
ÇÛYÎNA MIN JI SER DESTHILATÊ NE BIRYAREKE GELÊ SÛRÎ YE

Beşar Esed der barê mayîna wî ya di desthilatiyê de jî da xuyakirin ku ew qet nefikiriye ku dev ji desthilatê berde û îdîa kir ku biryara çûyîna wî ji desthilatê ne ji aliyê gelê Sûrî ve, ji aliyê berpirsin rojavayî ve hatiye standin.

Her weha Beşar Esad der barê darizandina DAIŞ’iyan de jî axivî û diyar kir ku eger di navbera YPG û Şamê de lihevkirinek pêk were û girtîgehên li herêma Kurdan bikevin bin kontrola rejîma Sûriyê, ew ê van kesan neşînin Ewrûpayê û bihêlin ku li Sûriyê werin darixandin.

Leave a Reply

Back to top button