QSD: Dewleta Tirk li Eyn Îsa û Til Temirê êrîşên xwe didome

QSD`ê encamên şer û berxwedana 24 saetên dawî eşkere kir û dazanîn ku artêşa dewleta Tirk a dagirker li herêmê tevgera xwe ya dagirkeriyê didomîne.

Navenda Ragihandin û Çampemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên şer û berxwedana 24 saetên dawî eşkere kir.

QSD di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:

Li êniya Til Temirê çeteyên artêşa Tirk dagirker ve li gundê Ûm El-Kêf êrîş birin ser çeperên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî.

Li êniya Eyn Îsa jî artêşa dagirker û komên çete li herêmê tevgera xwe ya dagirkeriyê dewam dikin. Artêşa dagirker bi çekên giran êrîş bir ser gundên Xirbet Faris, Zenûba û Kefîfa a li herêma Qiz Alî.

Her wiha li herêmê tevgera balafirên bê mirov jî bê navber dewam dikin.

Leave a Reply

Back to top button