BALAFIRÊN RÊJÎMA SÛRÎ BERMÎLÊN TEQEMENIYÊ BI SER IDLIB Û HEMAYÊ DE DIBARÎNIN

Li Idlib û Hemayê êdî ji bombebaranê xuya dike ku şerek mezin wê pêk were. Ji şevê din heya sibeha îro, balafirên artêşa rêjîma Sûrî bermîlên teqemeniyê li ser gundewarên herdu bajaran dibarînin.
Her wiha balafirên şer ên Rûsyayê jî heman herêmê bombebaran dikin.

Ev 7 roj in li derdora bajarên Idlib û Hemayê ava şer dikele.

Ji şeva din heya sibeha îroj, balafirên artêşa rêjîma Sûrî bermîlên teqemeniyê dibarînin.

Balefirên Rûsî jî bênavber li ser asîmanên herêmê digerin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku balafirên şer ên rêjîma Sûrî 13 bermîlên teqemeniyê bi ser herêmê barand.

8 li ser navçeya El-Hebît a başûrê Idlibê, 5 jî ser navçeya Kefrenbûda hatin barandin.

Her wiha balafirên rêjîma Sûrî derdora herêma Kefer Secne a başûrê Idlibê bombe kir.

Aliyê rojhilatê Idlibê jî, bi taybetî herêma El-Ketîbe El-Mehcûra bû armanca êrîşên ezmanî yên balafirên rêjîmê.

Li Kefrenbûda û El-Cenebîra ên bakurê Hemayê, navbera hêzên rêjîmê û komên çete şer û pevçûn rû didin.

ŞERÊ LI SÛRIYÊ – HELEB
BALAFIRÊN RÛSÎ BAŞÛRÊ HELEBÊ BOMBE KIR

Di heman çarçoveyê de, balafirên artêşa Rûsî jî êrîşên xwe gur kirin.

Hat zanîn ku ji duh ve, balafirên Rûsî 33 êrîşên ezmanî pêk anîne.

Êrîş bi taybetî li dijî herêmên Xan Sibil, Termella, Ebdîta, Zirbê û Himêra ên başûrê Helebê bû.

Di encama van êrîş û bombekirinan de, 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.

ÇETEYAN BAREGEHA HIMÊMÎM A RÛSÎ DA BER MOŞEKAN

Li aliyê din, li herêma Ceblê a parêzgeha Lazqiyê rêzeteqîn pêkhatin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku teqîn di encama moşekan de pêk haiye.

Hat zanîn ku komên çete balafirgeha Himêmîm a Rûsî dabû ber moşekan

ARTÊŞA SÛRÎ DEST BI PÊNGAVA HEMAYÊ KIR

Li Hemayê û bi taybetî li bakur û bakur-rojavayê wê, artêşa rêjîma Sûrî dest bi pêngava êrîşê kir.

Êrîş li dijî koma çete ya bi navê Ceyş El-Iza a girêdayî Cebhet EL-Nusra bû.

Li gorî ku hat ragihandin, heya niha, artêşa Sûrî Tel Osman ê stratejîk û gundên Bena û Cendabîra bi dest xist.

Leave a Reply

Back to top button