Çeteyan 4 welatî li Efrînê revandin

Çeteyên dewleta Tirk  4 welatî li Efrînê revandin.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên Polîsên Leşkerî welatiyê bi navê Heyder Hisên Bekir revand.

Heyder Bekir ji gundê Hec Xelîl yê Racoyê ye.

Torê da zanîn ku Bekir bi behaneya ku wêneyek ji firoşgeha xwe ya li navenda Racoyê re kişandiye û li ser malpera civakî Fêsbook parve kiriye hatiye revandin.

Her wiha çeteyên Elhemzat jî welatiyê temenmezin Elî Mistefa Bekir ji gundê Mîskah yê Racoyê revandin.

Hate diyarkirin ku Elî Bekir bi behaneya ku berê bi Rêveberiya Xweser re kar kiriye ji lewra hatiye revandin.

Li aliyekî din jî çeteyan li gundê Burc Qas keçek 17 salî û birayê wê yê 20 salî revandine.

Navên wan jî wiha ye.

Mûfîda Nesro ê Qesab Nesro ne.

Hate diyarkirin ji ber ku her duyan dixwestin derbasî aliyê din yê sînor bibin hatine revandin û heya vê kêliyê agahî derbarê wan de tune ye.

Back to top button