Şehba-Ji ber dorpêçê ciwanê di bîrê werbû jiyana xwe ji dest da

Li Şehbayê ciwanek di bîrê werbû û jiyana xwe ji dest da.

Ciwanê bi navê Ela El-Xelef  ji gundê Hasîn ê Şehbayê ye, dema av ji bîrê dikişand di bîrê werbû.

Hêzên alîkariyê yên herêmê yekser berî da cihê bûyerê lê hewildanên derxistina wî bi encam nebûn.

Ji ber dorpêça li ser herêma Şehbayê, tîmên alîkariyê yên Helebê nikarîbûn bigihêjin cihê bûyerê.

Piştî derbasbûna çend saatan, tîmên xwecihî ciwanê 25 salî ji bîrê derxest, lê piştî ku jiyana xwe ji dest dabû.

Tîman diyar kir ku ji ber dorpêça hikumeta Şamê li ser herêma Şehbayê, derfet û alavên pêwîst bo tîman nayên peydakirin û karê wan zehmet dibe

Back to top button