Dagirkeran Kampa Eyn Îsa topbaran kir-2 welatî birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarê Eyn Îsa, Kampa Kevin û rêya M4 topbaran kir. Di encamê de 5 welatî boirîndar bûn.

Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker ya li dijî navçeya Eyn Îsayê 2 welatî birîndar bûn.

Navê welatîyan weha ye:

Mihemed El-Belîx 30 salî û Mehmûd Alî Casim 35 sali.

Topbarana dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê, bû sedem kû agir di kampa kevin ya Eyn Îsaye bikeve.

Ji ber topbaranê jî kesek nikare destwerdan bike.

Ne tenê ev Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li pêş gundê Şealê ya girêdayî herêma şehbayê agir berdane zeviyên gel, heya niha jî agir dewam dike.

Dewleta Tirk gundê Cideyda yê Eyn Îsa topbaran kir

Back to top button