Gegham Manûkyan: 30 Salin Ermenistan xiyanetek wiha nedîtiye

Parlamenterê Ermen Gegham Manûkyan derbarê radestkirina Ermenistan 2 gerîlayên azadiyê bo Tirkiyê got:
”30 salin Ermenistan xiyanetek bi vî rengî nedîtiye. Hikumeta Serokwezîr Nîkol Paşînyan ji xwe her tişt radestî Tirkan kiriye.”

Sala çû 2 gerîlayên bi navê Atîlla Çîçek û Huseyîn Yildirim li ser sînorê Ermenistanê ji aliyê hêzên Ermenistanê ve hatin girtin.

Saleke girtî bûn, 23’ê vê Îlonê an ku berî du rojan hikûmeta Ermenistanê her du gerîlayên azadiyê radestî Tirkiyê kirin.

Li dijî vê yekê gelek bertek û nerazîbûn xelkê derketin.

Di hundirê Ermenistanê jî de bertek li dijî vê bûyerê derketin.

Parlamenterê Ermen Gegham Manûkyan derbarê mijarê de li ser rûpela xwe ya Facebookê daxuyaniyek da.

Gegham Manûkyan bi daxuyaniya xwe re wêneyê her du gerîlayên azadiyê jî parve kir.

Gegham Manûkyan diyar kir ku yek ji qadên ku herdu gerîla lê têkoşiyan Dersim bû û ev tişt anî ziman:

”Li herêmê di dema Qirkirina Ermeniyan de gelek welatiyên me bi saya Kurdan hatin rizgarkirin, piştre tevlî raperîna Dersimê bû.

Niha, piştî ku li xaka Komara Ermenistanê derketin holê, hatin revandin û radestî rayedarên Tirkiye ya qirker hatin kirin.

Radestî dewleta Tirk a ku yek ji beşdarên aktîf ên şerê 44 rojan ên li ser welatê me ye, sponsorê êrîşkariya Azerbaycanê ye.”

Gegham bi bîr xist ku dadgehê biryara berdana herdu gerîlayan dabû û diyar kir ku 30 salin Ermenistanê xiyaneteke wiha nedîtiye.

”Di nava van salên derbasbûyî de bûyereke bi vî rengî tune bû û hikumeta Serokwezîr Nîkol Paşînyan ji xwe her tişt radestî Tirkan kiriye.”

Gegham Manûkyan ji bo Kurdan: Li ser vê xiyanetê min efû bikin

Dawiya axaftina xwe de Parlamenterê Ermen Gegham Manûkyan ji gelê Kurd re ev tişt got:

“Ji ber ku zarokên we radestî Tirkan kirin ku wê êşkenceyê li wan bikin, li me biborin xwişk û birayên min.

Niha hikumeteke me ya Ermen nîne. Ew ji xwe hêzên dijmin ên dagirker in li welatê me.

Ji ber vê xiyanetê, min efû bikin xwişk û birayên min. Em ê jî ji vê hikumeta dagirker rizgar bibin.”

Back to top button