Balafireke bê mirov li ser rêya Qamişlo û Tirbespiyê li erebeyekê da

Balafireke bê mirov a bi çek li ser rêya di navbera Qamişlo û Tirbespiyê de li erebeyekê da. Li aliyek din dewleta Tirk a dagirker bajarokê Til Rifetê û gundên Şehba û derdora Kampa Veger a navçeya Şêrawa topbaran kirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê li nêzî benda kontrolê ya Nimetlî ya li ser rêya di navbera Qamişlo û Tirbespiyê de balafireke bê mirov a bi çek li erebeyekê xist.

Di encama vê êrişê de 3 kes şehîd bûn.

Artêşa Tirk a dagirker Til Rifet, gundewarên Şehbayê topbaran kirin

Beriya niha bi çend saetan dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarokê Til Rifetê bi obîsan topbaran kirin.

Her wiha Obîsek li komîna 14 ‘an ketiye û ziyanên madî çêbûne.

Her wiha di haman demê de gundê Kefir Garês ê Şehbayê û derdora Kampa Veger ê li gundê Ziyartê yê navçeya Şêrawa topbaran kirin.

Back to top button