Çalakiya greva birçîbûnê di roja 48’an de ye

Greva birçîbûnê ya li zîndanên Tirkiyhê ku li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan hatiye destpêkirin ket roja xwe ya 48’emîn. Çalakiya Mexmûrê jî di roja 27’an de didome. Malbatên girtiyan diyar kirin ku li girtîgehan zext û zordarî heye, divê her kes piştgiriyê bikin û bibin dengê girtiyan.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan di 27’ê Mijdara 2020’an de li girtîgehên Tirkiyê û herêmê hatibû destpêkirin di roja 48’an ji aliyê koma 10’an de didome.

Malbatên girtiyan banga xwedîderketina greva birçîbûnê li raya giştî kir û gotin: “Daxwazên girtiyan daxwazeke rewa ye û divê rayedarên dewletê berpirsiyariya xwe pêk bîne.”

Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî çalakiya greva birçîbûnê îro kete roja 27’an û bi koma 13’an dewam dike.

Kongreya Civaka Demokratîka a Kurdistaniyên li Ewropayê bi daxwaza azadiya Rêber Apo li paytexta Almanya Berlînê çalakiya rûniştinê ya ku ji bo 5 rojan da destpêkirin, di roja 3’emîn de didome

Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê: Daxwazên girtiyan daxwazên me ne

Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê jî derbarê grevên birçîbûnê de daxuyanî da û got:

“Daxwazên girtiyan daxwazên me ne, divê demildest daxwazên wan werin qebûlkirin.”

TJA: Guh bidin daxwazên girtiyan

Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê tecrîd û çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, daxuyaniyek da.

TJA’ê diyar kir ku binpêkirinên li girtîgehan gihiştiye asta îskenceyê.

TJA’yê got:

“Cezayên dîsîplînê bi awayekî keyfî tê dayîn û dermankirina girtiyên nexweş nayê kirin.

Tecrîdê hem li hundir hem jî li derve girantir dikin.

Di van şert û mercên giran de girtî li girtîgehan ji bo daxwazên xwe li ber xwe didin û têdikoşin.

Daxwaza wan ne li dijî hiqûqê ye.

Em bang li hemû rayedar û berpirsan dikin ku bila daxwazên girtiyan bêne cih anîn hîna ku dereng ne bûyî.”

Back to top button