Li Komara Afrîkaya Navîn, komên çekdar êrîşên dijwar birin ser paytexta welêt

Li Komara Afrîkaya Navîn, hêzên çekdar êrîşek berfireh bir ser peytexta welêt Bangî.
Serokweîzrê welêt got ku armanca çekdaran bidestxistina paytextê bû, lê bi ser neketin.

Îro di serê sibehê de, li Komara Afrîkaya Navîn komên çekdar êrîşên dijwar birin ser paytexta welêt Bangî.

Serokweîzrê Afrîkaya Navîn Fermin Ngripada, ragihand ku hêzên hikûmetê karîn ku li pêş êrîşa çekdaran bigirin.

Fermin Ngripada got ku armanca çekdaran bidestxistina paytextê bû, lê bi ser neketin.

Li gorî ajansa Reutersê jî di dema şer de dengên teqînan ji bajêr hatin bihîstin û hilîkopter ser bajêr digeriyan.

Li gorî agahiyan, hê jî şer li peytextê berdewam dike.

Ev komên çekdar di meha çûyî de jî, êrîş biribûn ser hin devrên nêzî Bangî.

6 komên çekdar dijî hikûmeta heyî yekîtiyek ava kiriye

Di 27 meha çûyî de hilbijatinên serokomaiyê û parlamanê pêk hatin û careke din serokomar Faustan Archang Touadera bi ser ket.

Ev jî hişte ku hêrs gelek komên çekdar li welêt mezin bibe.

Beriya du mehan, 6 komên çekdar ku 35 ji sedî ji xaka Afrîkaya Navîn bin destê wan de ye, yekîtiyek ava kiribûn û dijberiya xwe dijî hikûmeta Touadera re ragihandibû.

Ev kom ji bo astengkirina hilbijartinên serokomarî û parlamanê rêzeêrîş pêk anîbûn.

Ji têkbirina serokomarê berê Francois Bozizi ve tundî dewam dike

Hêjayî bibîrxistinê ye, di sala 2013’an de, di encama serhildaneke gel rêjîma serokomarê berê Francois Bozizi hat têkbirin.

Di encamê de bi hezaran kes hatin kuştin û zêdeyî milyon kes ango derdora 20 ji sedî ji nişticihên welêt ji warên xwe koçber bûn.

Ji têkirina serokomarê berê heya roja îro jî Komara Afrîkaya Navîn di nava tundiyê de maye.

Back to top button