Piyongyang moşekek balistîk a nav parzemînî ceriband

Koreya Bakur îro careke din metirsiya hêza xwe nîşanî Koreya Başûr û Japonya kir.
Rêveberiya Piyongyangê moşekeke balistîkî ya navbera parzemînan ceriband.
Ev yek jî beriya hevdîtina di navbera Koreya Başûr û Japonya de pêk were hat.

Piştî 12 salan hevdîtinên yekem ên di navbera Japonya û Koreya Başûr de pêk hat.

Beriya hevdîtinê tenê bi çend saetan Koreya Bakur moşekek balîstîk a navparzemînî ceriband.

Mûşek piştî ku mesafeyek bi qasî 1000 kîlometre çû, li avên rojavayê Japonyayê ket.

Di nava hefteyekê de ev çaremîn ceribandina mûşekan a Piyongyangê ye.

Ceribandinên moşekan ên ku wê Pêncşem, Şemî û Duşema borî pêk anîn, menzîla kin bûn.

Ev ceribandin di heman demê de weke bertekên li hember tetbîqata deryayî ya hevbeş a Amerîka û Koreya Başûr dihatin şîrovekirin.

Ev tetbîqata herî mezin a 5 salên dawî ye.

Koreya Bakur vê tetbîqatê wek “provokasyon” şîrove dike.

Piştî 12 salan di navbera Seûl û Tokyo de hevdîtin

Yek ji rojeva sereke ya civîna Serokwezîrê Japonyayê Fumio Kishida û Serokê Koreya Başûr Yoon Suk Yeol ku îro li Tokyo pêk tê de, ceribandinên moşekî yên Koreya Bakur bû.

Wezareta Parastinê ya Japonyayê ragihand ku moşeka balîstîk a navparzemînî ya ku îro danê sibê saet di 07:10 de li gorî dema herêmî ji Pyongyangê hat avêtin li rojavayê Japonyayê ket.

Ceribandinên mûşekên balîstîk ên navparzemînî ji ber menzîla xwe ya pir bilind di qada navneteweyî de dibe sedema fikaran.

Pispor dibêjin, ev moşekên ku ji Koreya Bakur hatine avêtin, egeriya bigihin axa Amerîka bixwere tîne.

Tenê di sala borî de, Koreya Bakur bêtirî 90 ceribandinên mûşekan pêk anîne.

Back to top button