Rojhildatê Kurdistanê.. Welatiyan jehrîkirina xwendekaran şermezar kirin

Li Îranê û Rojhildatê Kurdistanê bi nêzbûna cejna Newrozê re Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” gurtir dibe.
Hêzên Îranê jî ji bo tepisandina serhildanê rê li her cure rê û rêbazanên dij qanûnî de.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku li Îranê êşkence li xwepêşandêran tê kirin.

Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” a li Îranê û Rojhildatê Kurdistanê bi nêzbûna cejna Newrozê re gurtir dibe.

Tevî kuştin, girtin, êşkence û cezayên bi darvekirinê jî gel hîna di daxwazê azadiyê de bi îsrarin.

Îsal pîrozbahiyên Çarşema Sor û Newrozê li Îranê veguherî çalakiyên li dijî deshilatê.

Şevê din, welatî daketin qadan, agir dadan û li dijî deshilata Îranê dirûşme gotin.

Her wiha welatiyan di çalakiyê de balkişandin ser jehrî kirina xwendekarên keç û şermezar kirin.

Balkêşe ku Berdevkê Fermandehiya Polîsan a Îranê ragihand ku, 110 kes bi vê tuhmetê hatine binçavkirin.

Heta niha jî berpirsên esasî nehatine girtin.

Lê hêzên dewleta Îranê ji bo tepisandina serhildanê çi ji destê wan tê dikin û her cure rêbazên êrişê bi kar tîne.

Têkildarî rewşa kesên di xwepşandanê de birîndar bûyîn agahî nehatin bidestxistin.

Her wiha gelek kes jî hatine binçav kirin.

Çalakvana sivîl sêpîde kaşanî carke din hate girtin

Li gorî agahiyan çalakvana sivîl Sêpîdê Kaşanî, piştî ku hate berdan, careke din hate girtin.

Hate gotinê hêzên Îranê li ser mala çalakvana sivîl Sêpîdê Kaşanî de girtine û ew bi zorê binçav kirine.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Li Îranê, îşkence li zarokan tê kirin

Li aliyê din Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, têkîldarî kesên ku di xwepêşandanên li Îranê de êşkence li wan hatî kirin, raporek parve kir.

Di raporê de tê gotinê, zarok û ciwan jî di navê de êşkence li gelek kesên di xwepêşandanên li Îranê de hatiye kirin.

Back to top button