Netanyahu di nava çalakiyan de serdana Berlînê kir

Serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu di nava xwepêşandanan de serdana Berlînê dike.
Bi hezaran kes bi rakirina pankartan daketin qadan û reforma darazê şermezar kirin.

Beriya serdana Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bo Berlînê, li bajêr tedbîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin.

Li dijî serdana Netanyahu, îro xwepêşandaneke li ber deriyê Brandenburger hate lidarxistin.

Bi hezaran kes bi rakirina pankartan tevlî xwepêşandanê bûn.

Çalakî li dijî reforma darazê hate lidarxistin.

Di dema çalakiyê de nêzî 3 hezar polîs ji bo ewlekarî hatin erkdarkirin.

Yek ji rojevên sereke yên di serdana Netanyahu ya bo Berlînê de, Îran e.

Li gorî daxuyaniya ofîsa serokwezîrtiyê, Netanyahu wê di vê serdanê de, teqezî li ser pêşîgirtina Îran ya di mijara çekên nukleerî de bike.

Back to top button