Dewleta Tirk 3000 çete li sînorê Başûrê Kurdistanê bi cih kirine

Piştî Lîbya û Qerebaxê niha jî dewleta Tirk amadekariyan dike ku çeteyên xwe yên li Sûriyê bi rêya PDK’ê derbasî başûrê Kurdistanê bike û li dijî gerîlayên Kurdistanê bide şerkirin.
Rojnamevanê başûrê Kurdistanê Dîfaa Herkî diyar kir dewleta Tirk 3000 çeteyên xwe li ser sînorê başûrê Kurdistanê bi cih kirine.

Dewleta Tirk a dagirker bi deh hezaran çeteyên li Sûriyê ku di bin navên komên cuda de komî ser hevkirine û ku pirraniya wan jî bermahiyên El Qaîde û DAIŞ’ê ne, li her devera dinyayê bikartîne û li ser wan bazarê dike.

Bi taybetî li Musil û Kobanê têkiliyên desthilata faşîst ya Erdogan û DAIŞ’ê bi awayekî eşkere derket hole û heta roja îro jî ev têkilî dewam dikin.

Tevî ku ev rastî ji aliyê gelek saziyên navnetewî de gelek caran bi belgeyan hatiye eşkere kirin jî lê heta niha li dijî dewleta Tirk ti helwesteke cidî nehatiye girtin.

Desthilata faşîst ya Erdogan li kuderê û çawa bixwaze çeteyên xwe bi kar tîne û li dijî cîhanê jî weke gefekê dide pêş.

Bi destpêkirina şerê li Lîbyayê dewleta Tirk jî destwerdan lê kir û beşdarî şer bû. Desthilata Erdogan li cem hikumeta Ixwan cihê xwe girt û li dijî hêzên Hafter şer kir. Bê guman di vî şerî de jî bi hezaran çeteyên xwe yên li Sûriyê bikaranî.

Bi heman rengî desthilata Erdogan destwerdan li şerê Qerebaxê yê di navbera Ermenistan û Azerbeycanê jî kir û hezaran çeteyên xwe yên li Sûriyê li Qerebaxê jî li dijî Ermeniyan da şerkirin. Ev yek ji aliyê Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê de gelek caran hate eşkerekirin.

Dewleta Tirk niha jî amadekariyan dike ku çeteyên xwe yên li Sûriyê bi rêya PDK’ê derbasî başûrê Kurdistanê bike û li dijî gerîlayên Kurdistanê bide şerkirin.

Rojnamevanê ji başûrê Kurdistanê Dîfaa Herkî li ser hesabê xwe yê medya civakî diyar kir ku dewleta Tirk 3000 çeteyên xwe yên li Sûriyê li ser sînorê başûrê Kurdistanê bi cih kiriye.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrad Karyilan jî di 3’yê Cotmeha îsal de ji bernameyeke Radyoya Dengê Welat re axivî bû diyar kiribû dewleta Tirk 300 çete ji Sûriyê anîne û li Heftenînê li dijî gerîla didin şerkirin.

Back to top button