Dewleta Tirk 11 kesên din li Sentbolê binçav kirin

Berê jî operasyonên wê li dijî HDP’ê her roj hebûn, lê piştî ku li Garê serîtewandî vegeriyan, êdî ev operasyon zêdetir û berfirehtir kirin. Herî dawî 11 kes li Stenbolê hatin binçavkrin.

Dewleta Tirk 11 endam û alîgirên HDP’ê yên din li navçeyên Esenyûrt û Kuçuk-çekmeceyê yên Stenbolê binçav kirin.

Heta niha, ango di nava 10 rojan de, zêdeyî 800 kesî hatine girtin û binçavkirin.

Ji ber têkçûyîn û binketinên wan ên li pey hev, serî li van rêbazên derhiqûqî û zextên zêdetir, didin.

Back to top button