Mizgîn Ehmed: Êrîşa li dijî HDP’ê, êrîşa li dijî pergala demokratîk e

Mizgîn Ehmed ku endameke Desteya Rêveber a PYD’ê ye dibêje “Zêdebûna asta êrişên li dijî HDP’ê, tirsa wan ji pergaleke demoraktîk e. Dewleta Tirk tevahî partî û tevgerên ku xwedî li pergelên berdêl derdikevin, dike armanc.” 

Mizgîn Ehmed ku endameke Desteya Rêveber a PYD ye der barê van operasyon û zextên dawî yên li dijî HDP’ê de nirxandin kir.

Mizgîn anî ziman “Raya giştî ya cîhanê li hemberî van êrişan bêdeng e, ev bêdengî jî dewama biryarên kongreyên Qahîra û Lozanê ye ku Kurd parçe kirin û doza wan bê çare hiştin.”

Li ser nirx û armancên HDP’ê jî Mizgîn Ehmed bi eşkere kir “Tenê HDP’ê hewl dide gelê Tirk ji vê rewşê rizgar bike û gelê Tirk xilasiyê di HDP’ê de dibîne.”

Endama Desteya Rêveber a PYD ev êrişa li dijî HDP’ê, bi binketina dewleta Tirk li Garê ve girê da û bi gotina “Dewleta Tirk dixwaze her tim partiyê weke terorîst tawanbar bike. Her carê êrişî HDP`ê dikin,” bi dawî kir.

Back to top button