Ibrahîm Şêxo: Rojnameya “New York Times” bi dewleta Tirk re hevkar e

Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, Îbrahîm Şêxo diyar kir ku rojnameya The New York Times hewl dide dagirkirina Tirkiyê ya li ser Efrînê rewa bike.

Tevî ku çavên cîhanê dibîne bê dewleta Tirk û hovên wê li Efrîna dagirkerî ji kirin û sûcan bi serê gel, şaristin û xwezaya wê de tînin jî, lê lêvên wan nagirin û û xwe nalivînin..

Rojnameya New York Times di 18’ê Sibatê de raporeke girêdayî Efrîna ku ji Adara sala 2018’an ve ji aliyê Tirkiyê hatiye dagirkirin weşand û tê de sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rewa kir û şêniyên resen bi terorê bi nav kir.

Girêdayî mijarê, Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, Îbrahîm Şêxo diyar kir ku rojnameya Amerîkî hewl dide dagirkirina Tirkiyê ya Efrînê rewa bike û ev yek hevkariya vê rojnemeyê bi dewleta Tirk dide xuyakirin.

Îbrahîm Şêxo da zanîn ku tiştê rojnemeyê daye zanîn, li dijî şêniyan qirkirineke din e.

Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk bertîlan dide wan rojnameyan, da ku sûcên xwe veşêre.

Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê di dawiyê de, bang kir ku rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk û şandina rêxistinên têkildar ji Efrînê re bigirin û teqez kir, divê ew rêxistin yekalî bin da ku sûcên li Efrînê pêk tên, belge bikin.

Back to top button