Monica Gartner Angel: Dewleta Tirk dixwaze Kurdan qir bike

Rêvebera Koordînasyona Navneteweyî ya Partî û Rêxistinên Şoreşgerî (ICOR) Monica Gartner Angel got da zanîn ku pêwîst e faşîzma dewleta Tirk were bidawîkirin û hevkariya Almanya û dewletên Ewropayê were şermezarkirin.

Monica Gartner Angel got çareseriya li Tirkiyê di çûna ber bi sîsyolîzma rast ve ye û rizgarkirina ji rejîma mêtînger e.

Li gel rêbazên cuda yên qirkirinê li hundir û derveyî welat jî, dewleta Tirk 10 Sibatê êrîşeke dagirkeriyê bir ser herêma Garê, lê armancên wê negihaştin serî.

Rêvebera Koordînasyona Navneteweyî ya Partî û Rêxistinên Şoreşgerî Monica Gartner Angel di hevpeyvînekê li gel ajansa nûçeyan ANHA’yê de axivî.

Em êrişa dewleta Tirk li ser herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê şermezar dikin, ev êriş li dijî qanûna navneteweyî ye.

Monica da zanîn ku di rastiyê de dijminahiya rejîma Erdoganê Tirk ê faşîst li dijî qanûnên navneteweyî ye.

Monica êrîş û dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê jî bi bîr xist û topbarana niha li ser Başûrê Kurdistanê, tam bi siyaseta dewleta Tirk ve girêda.

Erdogan beriya niha got, ew li ser xwestekên stratîjîk banga avakirina herêmekê li Sûriye û Iraqê kir, da ku bibe rûyê sînorê împratoriya Osmaniyan.

Monica Gartner Angel: Divê hikûmetên Ewropayê êrîşa li dijî Garê şermezar bikin

Rêvebera Koordînasyona Navneteweyî ya Partî û Rêxistinên Şoreşgerî teqez kir ku dewleta Tirk di êrîşa li ser herêma Garê de, pêleke nû ya tundiya li dijî endamên HDP’ê dest pê kir û dibêje:

Divê hikûmetên Ewropayê êrişa li dijî Garê, girtin û hovîtiya li dijî her kesî ku hikûmeta Erdogan pêk tîne, şermezar bikin.

Di vê çarçoveyê de, ji bo rêgirtina li pêşiya van hewldanan, ez banga avakirina eniyeke hevgirtî ya li dijî emperyalîzmê dikim.

Koordînasyona Navneteweyî ya Partî û Rêxistinên Şoreşgerî, nûnertiya 60 rêxistinên endamên 5 parzemînan dike.

Back to top button