Salvegera 4. ya rizgarkirina Reqayê

Çar sal bi ser rizgarkirina Reqayê re derbas dibin.. Piştî berxwedaneke mezin a 134 rojan di 17’ê Cotmeha 2017’an de bajarê Reqayê ku bûbû sembola zilm û tarîtiyê, ji aliyê QSD’ê ve ji destên çeteyên hov yên DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Bajarê ku sembola tarîtiyê bû, niha bûye sembola demokratîk-kirina Sûriyê û xwişk û biratiya gelan.

Reqa yek ji bajarên Sûriyê yê herî mezin e û li ber çemê Feratê hatiye avakirin. Bajar xwedî dîrokeke kevnar e.

Serdestiya bajar piştî ku ji xirîstiyanan derbasî misilmanan dibe, di dema hukumdariya Harûn Reşîd de dibe paytexta Xelîfetiya Ebasiyan.

Reqa wê demê jî navendeke ilim û çandê ya girîng e. Piştî Xanedaniya Ebasiyan bajar dikeve bin rêveberiya Osmaniyan û ji aliyê Walîyekî Osmanî ve tê bi rêvebirin. Reqa wê demê weke eyaleta Ruha jî hatiye bi nav kirin.

Di sala 2011’an bi destpêkirina şerê li Sûriyê bajar Reqayê ya ku di bin serweriya rêjîma Baas de bû, sala 2013’an kete bin serweriya komên çete. Sala 2014’an jî ji aliyê koma çete ya bi nave DAIŞ’ê de hat dagirkirin. Çeteyên DAIŞ’ê yên ku qaşo dixwestin li ser nîvê erdê Sûriye û Iraqê dewletekê ava bikin, Reqa jî qaşo xistibûn paytexta xwe. Çeteyên DAIŞ’ê li Reqayê bi çekên artêşa Sûriyê ku li pey xwe hiştibûn êrîş dibirin ser deverên din yên bakurê Sûriyê. Bajar di heman demê de xistibûn navendeke wehşetê û firotina jinên Şengalê yên ku revandibûn.

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî di 6’ê Mijdara 2016’an dest bi pêngava bi nave Xezeba Feratê ya Reqa û gundewarên wê kir. Operasyon ji aliyê fermandareke jin de hat bi rêve birin.

QSD’ê gund û bajarokên li dora Reqayê di nava 8 mehan de hemû ji bin dagirkeriya çeteyan rizgarkirin.

Tevî bi sedan gund û bajarok, hin deverên stratejîk yên mîna Kelha Ceeber, Bendava Feratê, Bendava Azadî û balafirgeha Tepqayê hatin rizgarkirin.

Di çarçoveya operasyona ku bi lez û serketî dewam dikir de, 21’ê Adarê ya 2017’an operasyona rizgarkirina Tepqayê destpêkir û 10’ê Gulanê bajarokê ku 40 km dûrî Reqayê ye hat rizgarkirin. Rizgarkirina Tebqayê ji bo rizgarkirina Reqayê jî gaveke girîng bû.

Piştî 8 mehan êdî dor hate Rizgarkirina Reqayê. Di 6’ê Hezîranê de pêngava rizgarkirina bajêr ya bi navê Cenga Mezin destpêkir.

Bajarê Reqayê ku bûbû sembola wehşet û tarîtiya DAIŞ’ê ji çar aliyan de hate dorpêçkirin. Yekîneyeke jinên Êzidî jî ji Şengalê di cenga mezin de cih girtin û bi ruhê tolhildana komkujiya Şengalê li dijî çeteyan şer kirin.

Cenga mezin ya ku di 6’ê Hezîranê 2017’an destpê kir roja 17’ê Cotmehê bi têk çûna DAIŞ’ê bi dawî bû. Di berxwedana 134 rojan ya Cenga Mezin de bi hezaran çete hatin kuştin û teslîm girtin. Her wiha bi deh hezaran sivîl ji bin zilma DAIŞ’ê hatin rizgarkirin.

QSD’ê roja 20’ê Cotmehê bi merasîmekê mizginiya rizgarkirina Reqayê ji Cîhanê re ragihand.

Di nava çar salên dawiyê de bajarê ku bûbû sembola zilm, wehşet û tarîtiyê niha buye bajarê sembola xwîşk û biratiya gelan û sembola demokratîkkirina Sûriyê. Ev çar sal e pêkhateyên Reqayê mil dane hev bajarê xwe ji nûve ava dikin.

Back to top button