Artêşa dagirker navçeya Şêrewa careke din topbaran kir

Careke din dewleta Tirk a dagirker navçeya Şêrawa’yê ya Efrînê topbaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker ji saetên sibê ve gundê Der Cemal ê navçeya Şêrewa ya Efrînê topbaran dike.

Heta kêliya amadekirina vê nûçeyê jî topbarana artêşa dagirker didomiya.

Ta niha tu agahî berfireh derbarê topbaranê nehatine bi destxistin.

Artêşa dagirker 4’ê Hezîranê dîsan gûndewarê navçeyê topbaran kiribû di encama topbaranê de zaroka bi navê Zeyneb Hisên Îbrahîm şehîd xistin.

Back to top button