Li bajarê Ghotki ya Pakistanê di encama lihevketina 2 trênan, zêdeyî 30 kesî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî ragihandina herêmî ya Pakistanê, trêna bi navê “Millat Express” ji rêya xwe derket û li trêneke din qelibî.
Berpirsekî polîsa Pakistanî got bêtirî 30 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdeyî 64 jî birîndar bûne.
Televîzyona GEO NEWS a Pakistanî, ragihand dibe ku jimara qurbanan zêde bibe, ji ber , hêj taximên awarçûnê nehaştine tevahiya erebeyên trenê.
Heya niha sedema qelibîn û derketina trênê ji rêya xwe nehatiye zanîn.



