Li Sûdanê agirbest: Hêza piştevaniya bilez bo cejnê agirbest ragihand

Li Sûdan ya ku ev 3 mehe şerê navxweyî lê didome, beriya Cejan Qurbanê peyamên aramiyê hat dayîn.
Hêzên Piştavaniya Bilez bi awayekî yekalî di rojên cejnê de agirbest ragihand.

Fermandarê Hêzên Piştevaniya Bilez Mihemed Hemdan Daklû (Hamidetî) ji çapemeniya Erebî re ragihand ku di rojên cejnê de li Sûdanê agirbestê radigihînin.

Wezîrê berê yê Kabîneya Sûdanê Xalid Omer Yûsiv hişyarî da ku şerê li welat veguherî “şerekî dersînorî ku rojeva biyanî serdest e”.

Yûsiv ku di heman demê de berdevkê pêvajoya siyasî ya li welat e jî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got:

“Ev şerekî bê serketî ye.

Îhtimal heye ku veguhere şerê etnîkî û eşîrî.

Ya xerabtir, ew nîşana şerekî der-sînor e ku tê de hêzên biyanî wê serdest bin.

Yûsiv anî ziman ku yekane rêya derketina ji krîzê ‘çareseriyeke siyasî ya berfireh û aştiyane’ ye û diyar kir ku ev rê her ku diçe teng dibe.

Yûsiv bang li sedemên rastîn ên ku bûne sedema têkçûna dewleta Sûdanê û heta hilweşîna wê ya vê dawiyê kir.

15’ê Nîsanê di navbera artêşa Sûdan û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de şer despê kir.

Di encama şer de, bêtirî hezar kesî mirin û 5 hezar jî birîndar bûn.

Ji ber şer bêtirî 2 mîlyon kes neçar man ku koçberî welatên cîran bibin.

Ji aliyê din ve, Artêşê duh di daxuyaniyekê de got,

“Hêzên Piştevaniya Bilez 25’ê Hezîranê yek ji navendên polîsên Sûdanê piştî sê rojan li pey hev xistin bin kontrola xwe.”

Leşkerekî teqawîd yê nexwest navê wî were eşkere kirin ji ajansa AFP’ê re got:

“Kontrola Hêzên Piiştevaniya Bilez a li ser Navenda Rizgarkirinê wê bandorek girîng li şerê li Xertûmê bike.”

Li Sûdanê piştî 72 saetên agirbestê careke din şer despê kir

Back to top button