Berhem Salih ji bo diyarkirina şûngirê Ebdulmehdî dema dawî da

Ev zêdetirî du mehin Iraq bi awayekî ne qanûnî ji aliyê Serokwezîrê istîfakirî ve tê birêvebirin.

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, ji bo diyarkirina kesekî heta roja şemiyê dem diyar kir.

Endamê Rêxistina Mafê Mirov ya Iraqê Fazil Xerawî anî ziman ku di xwepêşandanên li Iraqê de 121 bûyerên revandinê pêk hatin û daxwaz ji hikûmetê kirin ku jiyana xwepêşandêran biparêz e.

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih ji kutleyên siyasî yên Iraqê xwest ku heta roja şemiyê dem bi wan re heye, ji bo kesekî guncaw, diyar bikin.

Berhem diyar kir ku kesê were diyarkirin divê ji aliyê xwepêşandêran ve were qebûlkirin.

Serokomarê Iraqê destnîşan kir ku eger aliyên siyasî piştî derbasbûna dema diyarkirî kesekî destîşan nekin, ewê neçar bimîne ku bi xwe kesekî diyar bike.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî 29’ê Mijdara 2019’an li ser daxwaza xwepêşandêran a dawîanîn gendeliyê û başkirina rewşa aborî, ji erka xwe îstifa kir.

Ji wê demê heta niha li ser kesê şûna wî bigre, di navbera aliyên siyasî yên Iraqê û xwepêşandêran de lihevkirin çê-nebûye

Back to top button