Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyawî li ser axa başûrê Kurdistanê, komîteyeke taybet ava kir. Ev lijne wê biçe cihê lê çekên kîmyewî hatine bikarnaîn û belgeyan kom bike.
Bikarnaîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve li başûrê kurdistanê di nava qada siyasî ya Îraqê de cih dige.
Li gorî parlementerê Hevpeymaniya Fetih Refîq Salih lijneyeke taybet ji bo komkirina belgeyên bikaranîna çekên kîmyewî hatiye avakirin.
Parlamenterê Hevpeymaniya Fetih Refîq Salih li ser mijarê ji medya Iraqê re axivî û got: “Li Parlamentoya Iraqê mijara bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk ve li ser xaka Herêmê kete rojevê û komîteyeke taybet ji bo lêkolînkirina vê mijarê hate avakirin.
Wê komîte biçe herêma operasyonê û belgeyan kom bike, da ku rastiya vê mijarê were zelalkirin.”
Refîq Salih diyar kir ku wê nûnerên Wezareta Parastin, Komîsyona Asayîş û Parastinê ya Parlamantoya Iraqê û Wezareta Derve di nava komîteyê de cih bigrin û got: “Armanca komîteyê komkirina belgeyên temam ên li ser mijarê ye, da ku bikare li Konseya Ewlehiyê ya NY de gilî bike.”
Parlamanterê Iraqî Seêr Mexîf: Divê li dijî êrişan giliyê Tirkiyê bê kirin
Parlementerê Iraqê Se-êr Mexîf jî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir.
Di dewama axaftina xwe de Mexîf destnîşankir ku êriş binpêkirineke eşkere ya serweriya xaka Iraq, ewlekarî û aramiya Iraqê ye û got: “Divê Wezareta Karê Derve ya Iraqê bi awayek fermî giliyê Tirkiyeyê li Neteweyên Yekbûyî bike.”
Her wiha Parlameterekî Hevpeymaniya Dewleta Yasa ragihand ku wê di rojên pêş de Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên li ser êrişên Tirkiye yên ji bo parlamentoyê were vexwendin.



