Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînina bikaranîna çekên kîmyawî yên dewleta Tirk li dijî gerîlayên azadiyê bi kartîne, lijneyek taybet ava kir û wê lijne biçe cihên operasyonê û belgeyan kom bike.
Parlamenterê Hevpeymaniya Fetih Refîq Salih li ser mijarê ji medya Iraqê re axivî û got: “Li Parlamentoya Iraqê mijara bikaranîna çekên kîmyawî yên ji aliyê dewleta Tirk a li ser xaka Herêmê kete rejevê û lijnek taybet ji bo lêkolînkirina vê mijarê hate avakirin.
Wê lijne biçe herêma operasyonê û belgeyên temam kom bike, da ku rastiya vê mijarê were zelal kirin.”
Parlamenterê Hevpeymaniya Fetih Refîq Salih ragihand ku wê nûnerên Wezareta Parastin, Komîsyona Asayîş û Parastinê ya Parlamantoya Iraqê û Wezareta Derve di nava lijneyê de cih bigrin û got: “Aramnca lijneyê komkirina belgeyên temam ên li ser mijarê ye, da ku bikare li Konseya Ewlehiyê ya NY de gilî bike.”