Rêzeçalakiyên 8’ê Adarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dûrişma “Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinê ye” tên lidarxistin. Kongra Star li Kantona Qamişlo, Navçeya Amûdê û Til Hemîsê semîner hatin dayîn û hate diyar kirin ku felsefeya azadiya jinan a ku Rêber APO pêşkêş kiriye, hêzeke mezin da jinan.
Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, jin di nava tevgerê de ye.
Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de, Kongra Star a Kantona Qamişlo semîner li bajarokê Girbawî, navçeyên Til Hemîs û Amûdê dan.
Kongra Star li bajarokê Girbawî ya Kantona Qamişlo bi amadebûna bi dehan jin semînerek da.
Semînera ji aliyê endama rêveber a Kongra Star Hala Faris ve hate dayîn.
Hala roja 8’ê Adarê da nasîn û diyar kir ku sala 2021’an wê bibe sala azadiya jinan û got:
8’ê Adara 1857’an bi hezaran jin daketin qadan, ji wê rojê ve jin ji bo azadiya xwe têdikoşin.
Di heman çarçoveyê de, Kongra Star li avahiya Komîteya Rêveberiya Dibistanan a navçeya Til Hemîsê semînerek lidarxist.
Di semînerê de behsa dîroka Roja Jinan a Cîhanî û şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin.
Endama Hêzên Asayîşê a Herêma Cizîrê Hemdiya Ehmed di semînerê de axivî û got:
Îdeolojiya azadiya jinan a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye hêzeke mezin da têkoşîna tevahî jinên Rojhilata Navîn û Cîhanê.
Li navçeya Amûdê jî semînerek li hola civînana a Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê hate dayîn.
Endama rêveber a Meclisa Edaleta Jinan Henîfa Mihemed semîner bi rêve bir.
Henîfa Mihemed têkoşerên ku ji bo jiyaneke azad cane xwe dan bi bîr anîn û li ser dîroka Roja Jinan a Cîhanî, rola kapîtalîzmê û bandora wê li têkoşîna jinan axivî.
Semîner bi duruşmeyên banga azadiya jinan bi dawî bû.