HPG’ê :Li Zap, Metîna û Xakurkê 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayan li herêmên Zap, Metîna û Xakurkê li hêzên artêşa Tirk ya dagirker xistin. HPG’ê diyar kir gerîlayan 9 çalakî pêk anîne û di encamê de 11 leşkerên Tirk yên dagirker hatine kuştin, 2 çeper û dronek jî hatin rûxandin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de got,

“Êrişên artêşa Tirk a dagirker ya bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî li dijî çeperên şer dewam dike.

Li dijî van êrişan berxwedana Gerîlayên Azadiyê ên Kurdistanê bi ruhê fedayî yê Apocî û wêrekiyeke mezin didome û derbên giran li hêzên dagirker tên xistin.”

HPG’ê derbarê êrişên dagirkeran û çalakiyên gerîla de ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 22’yê Îlonê li Qada Sîda ya girêdayî herêma Zapê bi çekên giran û bi rêbaza sekvaniyê li hêzên dagirker hate xistin ku li dora çeperên şer yên Şehîd Agir bûn.

Di encama vê çalakiyê de 4 dagirker hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Dîsa heman rojê li Qada Çemço di encama çalakiya bi rêbaza sekvaniyê de dagirkerek hate kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 22 Îlonê li Qada Şehîd Derwêş ya herêma Xakurkê tîmên bi tevger yên YJA Starê li dijî dagirkeran çalakiyeke koordîneyî pêk anîn.

Di encama vê çalakiya bi çekên giran de 4 dagirker hatin kuştin û 2 çeper jî hatin rûxandin. Di heman demê de droneke ku li ser qadê digeriya hate xistin û rûxandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de 22’ê Îlonê li Girê Cûdî yê herêma Metîna di encama çalakiyên tîmên bi tevger de 2 dagirker hatin kuştin.

HPG’ê: Artêşa Tirk a dagirker 14 caran bi çekên kîmyewî êriş pêk anîn

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk ya dagirker 14 caran bi çekên kîmyewî, 4 caran bi helîkopteran, bi dehan caran bi obus û çekên giran qadên gerîla bombebarankirin.

Back to top button