QSD’ê 3 Çeteyên şaneyeke DAIŞ’ê li bakurê Reqayê girt

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê 3 çeteyên şaneyekê DAIŞ’ê ku amadekariyên êrişan dikirin li Reqayê girt.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand hêzên wan şaneyek DAIŞ’ê ku madeyên teqemenî çêdikir girt.

Navendê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Yekîneyên Antî Terorê ên Taybet 3 çeteyên şaneyekê DAIŞ’ê ku medeyên teqemeniyê çêdikir û li şaneyên din ên terorîst belav dikir girt.

Bi piştgiriya hewayî ya Koalisyona Navdewletî, hêzên me bi ser mezrea El Celaa ya bakurê Reqayê de girtin ku şane xwe lê veşartibûn.

Back to top button