Teqînek li nêzî mizgefteke li paytexta Efxansitanê Kabûlê pêk hat, gelek kes mirin û birîndar bûn.
Teqîna li Kabûlê pêk hatî li nêzî mizgeftekê di dema mêja înê de pêk hat.
Heya niha jî ti alî ev teqîn li ser xwe negirtiye.
Li gorî dezgehên ragihandinê 4 kesan jiyana xwe ji dest daye û derdora 10 kesan jî birîndar in.
Berdevkê polîsa Kabûlê jî derbarê teqîna îro de got:
“Piştî xelk mêja xwe bi dawî kirin û xwestin derkevin ev teqaîn pêk hat, qurbanî jî hemû sivîl bûn.”
Hêjayî gotinê jî ku ev mizgefta ku teqîn li nêzî wê pêk hat li nêzî navenda wezîrê hundirîn Serac El-Dîn Heqanî ye, li derdorê jî cihê karê gelek berpirsên hikûmetê ne.
Beriya niha çend teqîn li mizgeftan li Efxanistanê pêk hatine, û DAIŞ’ê li ser xwe girtibûn.



