Mîhrîcan Rojava di roja 8’an de dewam dike

Mîhrîcana Rojava di roja 8’an de dewam kir. Di Mîhrîcanê de li ser herêmên dagirkirî nîqaş hatin kirin.

Di mîhrîcanê de şanoya zarokan “Cuha û Qiralê Zeferan” ya ku şanoger Welîd Omer amedekir bû hat pêşkêşkirin.

Piştre jî bi beşdarbûna endamên saziyên rewşenbîrî li ser “Guhertina demografîk li herêmên dagirkirî” niqaş kirin.

Beşdaran li ser binpêkirinên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên ji aliyê hiqûqî ve anîn ziman.

Paşî wê helbest hatin gotin û şano hatin nîşandan.

Sibe jî wê semînerên der barê ziman, şevbuhêrka “Êvara Amûda Şewitî” û beşê naskirina sînemaya wê de werin li darxistin.

“Lêkolînên derketina mirovahiyê ji mezopotamya dest pê dike”

Back to top button