9. Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê di roja 4’an de ye

9’emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê di roja xwe ya 4’an de didome.
Heya niha gelek nivîskar û helbestvanan berhemên xwe pêşkêş kirine.
Mîhrîcan wê 2 hefteyan heya 28’ê Kanûnê bidome.

15’ê Kanûnê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK, 9’emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ya 2023’an li Qamişlo da destpêkirin.

Mîhrîcan bi dirûşma ”Em ê li ber serê her şehîdekî sirûdeke azadiyê biçînin” di roja 4’an de dewam dike.

Derdora 200 kes di nav de nivîskar, helbestvan, şêwekar, şanoger û rojnamevan cihê xwe di Mîhrîcanê de digrin.

Rewşenbîr û Endamê Komîteya amadekar Zekeriya Mistefa diyar kir ku armanca wan pêşxistina çand û wêjeya Kurdî ye.

Roja yekemîn a Mîhrîcanê bi panêl li ser pirtûka `Rêzimana Kurmancî` di navbera qebûlkirin û rexneyê de ji aliyê SZK’ê ve hat lidarxistin.

Çîrok û helbest hatin gotin û filma bi navê “Hêwa” ku ji Rojhilatê Kurdistanê derketiye, hat pêşandan.

Di roja 2’an de semîner bi sernavê `bingeha hunerî di helbestên Cegerxwîn`de hat dayîn û filma bi navê `Sêgoşe′ hat pêşandan.

Yek ji kesên ku weke mêvan rojan beşdarî mîhrîcanê dibe jî nerîna xwe anî ziman û da zanîn ku mihrîcanên bi vî awayî sûdê li wan dike.

Roja 3’an jî semîner ji aliyê nivîskar Konê Reş derbarê `çîroka min bi nivîsandinê re`hat dayîn.

Û ji aliyê nivîskar û helbestvan Selah Elaedîn Seyda ve jî semîner li ser mijara `serjimarî û plankirin` hatin dayîn

Di şevbuhêrka roja 3’an de çîrok û helbest bi zimanê Kurdî û Erebî hatin gotin.

Û filmê bi navê ‘saeta sifirê’ hat pêşandan.

Ji bilî xwendina helbest, semîner, pêşanda filman û şano di nava bernameya mîhrîcanê de çalakiyên hunerî jî hene.

Rojane endamên saziyên rewşenbîrî, dezgehên ragihandinê, nivîskar û helbestvan beşdar dibin.

Rêzeçalakiyên Mîhrîcana Rojava ya Çand û Huner wê heta 28’ê Kanûnê bidomin.

Û di dawiyê de wê xelata afrîneriyê ya salan e ya HRRK’ê bên dayîn.

Back to top button