Mîhrîcana Rojava ya Çand û Huner di roja 3.de ye

Li bajarê Qamişlo 9’emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ku ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) vê tê birêvebirin dewame.
Mîhrîcan îro di roja xwe ya sêyemîn de bû.
Di mîhrîcanê de semînerên der barê çîrokên nivîskaran û plankariyê de hatin dayîn.
Piştre jî helbest û çîrokên bi zimanê Erebî hatin gotin.

9’emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê bi dirûşma ‘Em ê li ber serê her şehîdekî sirûdeke azadiyê biçînin’ di roja xwe ya sêyemîn de dewam dike.

Mîhrîcan li bajarê Qamişloyê ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) vê tê birêvebirin.

Îro jî di mîhrîcanê de ji aliyê nivîskar Konê Reş semînerek bi sernavê ‘çîroka min bi nivîsandinê re’ û semînerek ji aliyê nivîskar û helbestvan Selah Elaedîn Seyda ve ser mijara ‘serjimarî û plankirin’ hatin dayîn.

Konê Reş qala zextên li ser zimanê Kurdî kir û got:

“Me li dibistanê bi zimanê erebî nizanîbû, tenê mamoste bi erebî dizanîbû.

Li vê deverê pirsên min ên der barê zimanê dayikê de derketin holê, eşqa min bi zimanê min zêdetir bû.”

Selah Elaedîn Seyda jî ser mijara xwe semîner da û destnîşan kir ku di saziyan de şopandin û plankirin heye, niha navên wan bi pêşketinê re berfirehtir dibin.

Piştre di şevbuhêrkê de helbest bi zimanê Erebî hate xwendin.

Li mîhrîcanê filmê ‘saeta sifirê’ yê ku bi derhêneriya Hewar Rihêmî ve hatiye derxistin hat pêşandan.

Rêzeçalakiyên Mîhrîcana Rojava ya Çand û Huner wê heta 28’ê Kanûnê bidomin.

Mîhrîcana Rojava di roja duyemîn de dewam kir

Back to top button