Kongreya Îslama Demokratîk derbarê madeyên narkotîk de semînerek da

Kongreya Îslama Demokratîk a navçeya Dirbêsiyê ya bajarê Hesekê ji bo hişyarkirina ji metirsiyên madeyên narkotîk semînerek li dar xist.
Semîner bi dirûşma “Dest bi dest ber bi civakeke bê madeyên hişbir ve”,pêk hat.

Semîner li avahiya meclisa bajarokê Til Kerem bi beşdariya şêniyan,endamên saziyan û Hêzên Asayişê, hat lidarxistin.

Di semînerê de metirsiyên madeyên narkotîk û bandora wê li ser civakê hat şîrovekirin.

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mezher Şêxo di sermînerê de axivî û got:

“Ji ber ku dewletên dagirker li Sûriyê,di warê siyasî de bi bin ketin, dest bi belavkirina madeyên hişbir kir.

Ev jî li herêmê şerekî taybete li hemberî pirojeya demokratîk.”

Endamê Nivîsgeha Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê Remedan Mihemed jî destnîşan kir ku Parastina civakê ji madeyên narkotîk erkê şêniyan û hêzên ewlekariyê ye.

Back to top button