Şehîd ciwan Kobanê li Almanyayê hat bibîranîn

Şehîd Ciwan Kobanê “Akîf Ehmed”,li bajarê Kassel ê Almanyayê bi semînerekî ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve hat bi bîranîn.

Ciwan Kobanê 12’ê Sibata 2018’an di êrîşa hewayî ya balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû.

Ji bo bîranîna şehîd Îro li bajarê Kassel ê Almanyayê Kurdistanî û dostên wan bi pêşngiya Saziya Malbatên Şehîdan semînerek li darxistin.

Kesên di semînerê de axivîn destnîşan kirin ku hemû şehîd şehîdên gelê Kurdistanê ne û soza dilsoziya bi bîranînên şehîdan re dan.

Malbata şehîd jî diyar kir tevî ku Ciwan gelek caran birîndar bûye jî têkoşîna xwe domandiye û di armanca azadiya Kurdistanê de bi îsrar bû.

Çalakiya bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.

Back to top button