Bi sedan şêniyên bajarê Reqayê şervanê QSD’ê Hisên Elhisên bi merasîmekê li goristana şehîdan oxirkirin.
Şervanê QSD’ê Hisên Elhisên bi nasnav Sûrî 9′ ê Nîsanê li Reqayê di encama teqînekê de şehd bû.
Bi sedan şêniyên bajarê Reqayê piştî wergirtina cenazeyê şehîd bi karwanekî ber bi goristana Şehîdan ve ketin rê.
Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê QSD’ê û Saziya Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.
Di dawiyê de girseya gel cenazeyê şehîd di nava silogana de spartin axê.
ŞERVANÊ QSD’Ê HISÊN ELHISÊN
LI REQAYÊ JI ALIYÊ SEDAN VE HATE OXIRKIRIN