“Têkoşîna me wê her berdewam be”

Şêniyên Qamişlo û Minbicê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.
Şêniyan got, ew ê di hemû qadan de têkoşînê xurt bikin heta azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin.

Welatiyê bi navê Îbrahîm El Xelef ê ji Minbicê bêdengiya rêxistinên mirovî, şermezar kir û got:

“Bi rêya xwepêşandan û hemleyên komkirina îmzeyan em ê têkoşînê bidomînin..”

Welatiya bi navê Îlham Serdar jî bang li rêxistinên mirovî kir ku erkên xwe yên mirovî bi cih bînin.

Welatiya bi navê Hena Telcibînî ya Minbicê ye jî tekez kir ku ew ê li ber xwe bidin heta Rêber Apo azad bibe..

Hemdiye Silêman a ji Qamişloyê da zanîn ku tecrîda li ser Rêber Ocalan têkbirina îradeya gelên berxwedêr ê..

Eşref Husnî jî ji aliyê xwe ve dibêje :

Em ê di çarçoveya şoreşa Rojava de projeya neteweya demokratîk bi awayekî xurtir bidin rûniştandin ..

Şivan Xelef Biro jî soza şopandina fikrê Rêber Apo da.

Back to top button