Meclisa Wezîran a Eerbisrana Sûdiyê di civîna xwe ya îro de êrîşên dewlta tirk li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî şermezar kir, Meclisê diyar kir ku ev êrîş ewlehiya herêmê dike xeterê.
Meclisa Wezîran a Eerbisrana Sûdiyê îşaret bi encamên ku ji civîna komkara Erebî derketiye û diyar kir ku divê Meclisa Navdewletî biryarên pêwîst ku vê êrîşê bisekinîne bistînin.
Her wiha Meclisê da zanîn ku ev êrîş peymanên Netewîn Yekbûyî binpê dike.
Meclisa Wezîran a Eerbisrana Sûdiyê di dawiya civîna xwe de banga yekrêziya xaka Sûriyê kir û diyar kir ku tekane riya bidawîbûn aaloziya sûriyê çareseriya siyasi ye.