QSD’ê kesekî li Reqayê hatiye revandin rizgar kir

Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD li ser malpera xwe daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de got: “kesekî ku li Reqayê ji hêla komeke sûcdar ve bi armanca xwestina fidyayê hatibû revandin hat rizgarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin hêzên QSD’ê dest bi çalakiyên lêgerîn, lêkolîn û komkirina agahiyan li ser revandî û kesên wî karî dikin, kir.

Hêzan di demeke kurt de cihê ku ew kes hatibû revandin zanîn û yekser ew cih xistin çemberê.

Piştra bangên radestkirinê kir û bersiv da û xwe radestî hêzan kir, bi wê re kesê hatiye revandin hat rizgarkirin û li malbatê vegerî.

Li gorî QSD’ê El Dalî di şeva 12’yê Sibatê de ji hêla gelek kesên çekdar ve dema ku wî erebeya xwe diajot rêya wî girtin û ew ber bi cihekî nediyar ve birin û piştre fidya ji malbata wî xwestin.

Her wiha QSD’ê diyar kir ku ew ê xelkê herêmê biparêze û dê her kesên bixwazin ewlehiya şêniyan têk bibin û kiryarên têkbirina îstîqrarê bikin ceza bikin.

Back to top button