Artêşa Tirk a dagirker, gundê Dînartê yê Herêma Behdînanê bombebaran kir.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, duh êvarî gundê Dînartê yê bi ser herêma Akrê ya Behdînanê ve bombebaran kir.
Heya niha ziyanên êrîşa balafiran nehatine zanîn.
Berî çend rojan, PDK hêzên taybet û çekdarên roj, şandin herêma Akrê, ku weke qada gêrîla tê naskirin.
Balkêş e heman senaryoya ku beriya niha bi destê MÎT’a Tirk û PDK’ê li Zînî Wertê qewimîbû, niha li Akrê dubare dibe.
Li Zînî Wertê piştî PDK hin hêz li qadên gêrîla bi cih kir, balafirên şer ên dewleta Tirk nuqteyên gerîla bombebaran kirin û 3 gerîla şehîd bûn.
Duh jî piştî PDK hin çekdarên xwe li Akrê bi cih kirin, ev dever ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve, hat bombebarankirin.