Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê şehîd Sara û Bîşeng bi bîr anîn

Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê bi çalakiyekê şehîd Sara Hogir û Bîşeng Brûsk ku di 28’ê Tîrmeha 2023’yan de di encama êrişên hewayî yên artêşa Tirk a li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûne bi bîr anîn.

Bi dehan endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî li goristana şehîdan a berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li herêma Şiqeyêf kom bûn.

Li wir ciwanan bi meşeke meşaleyan tev li wan bûn.

Di serî de endama Koordînasyona Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hêva Bekir rola herdu şehîdan di rêxistinkirina ciwanan de anî ziman û got:

“Ji ber ku wan ciwan ji metirsiya şerê taybet ê ku ji aliyê pergalên desthilatdar ve tê meşandin hişyar kirin, dewleta tirk ew kirin armanc.

Dagirkeriya Tirk ji ciwanên ku bi fikrên Rêber Apo perwerde bûne ditirse.

Dagirker nikarin îradeya van ciwanan têk bibe.”

Piştre sînevîzyonek li ser jiyana herdu şehîdan hat pêşandan û beşdaran li ser gorên şehîdan mûm pêxistin.

Li Mexmûrê ji bo şehîd Sara û Bîşeng konê sersaxiyê hat vedan

Back to top button