Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” 3 meh li pey xwe hişt

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ sê meh li pey xwe hişt.
Di nava vê demê de, bi têkoşîneke bê hempa gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê daxwaza azadiyê kirin.
Heta niha nêzî 500 xwepêşandêr hatine kuştin û bêtirî 18 hezar kes jî hatine binçavkirin.

Tevî darvekirin, kuştin, girtin û êşkenceyê jî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê duh di roja 90’an de dewam kirin.

Ji bo tirsandina xwepêşandanan dewleta Îranê serî li hemû rêyan dide.

Duh li bajarê Abadan ya parêzgeha Îlamê xelkê pêşwazî li jina ciwan ya bi navê Sonya Şerîfî ku du meh bun hatibû binçavkirin, kirin.

Welatî daketin kolanan û pêşwaziya li jina ciwan veguherandin xwepêşandanê.

Îran nahêle malbat zarokên xwe yên girtî bibînin

Li bajarê Şabadî ya parêzgeha Kirmaşanê merasîma çilrojiya Elîreza Kerîm ku di xwepêşandana Şabad ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû kuştin, pêk hat.

Li parêzgeha Urmiyeyê rayedaran rê nedan malbatên 6 xwepêşanderan ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, biçin girtîgehê û zarokên xwe bibînin.

Tevî hemû êriş û girtinan, li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwepêşandanên dijî dewleta Îranê bê navber dewam dikin.

Heta niha 493 xwepêşandêr hatine kuştin

Komeleya Çalakvanan ya Mafê Mirovan a Îranê 14’ê Kanunê derbarê hejmara kesên di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de jiyana xwe ji dest dane, daxuyaniyek belavkir.

Li gorî daxuyaniyê ji ji roja serhildana li Rojhilat û Îranê destpêkirî heta 13 Kanunê, herî kêm 493 kes di encama gule, êşkence û lêdana hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest dane.

Hate diyarkirin ku ji vê hejmarê 68 kes dibin temenê 18 saliyê dene.

Bêtirî 18 hezar xwepêşandêr hatine binçavkirin

Her wiha herî kêm 18 hezar û 424 xwepêşander ji aliyê hêzên Îranê ve hatine binçavkirin.

Ji vê hejmarê nasnameya 3 hezar û 842 kesan hatiye piştrastkirin.

Back to top button