Ji zêdetirî 30 mehan ve qutkirina ava çemê Firatê berdema e

​​​​​​​Ji zêdetirî 30 mehan ve qutkirina ava çemê Firatê berdewam e.
Rêveberiya Bendava Rojava (Tişrînê) Hemûd El Hemadîn aşkera kir,
Ku di encama qutkirina ava çemê Firatê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker, golên çemê Firatê, ber bi hişkbûnê ve diçin.
Ji ber ku ava di derxistina kehrebeyê, ava vexwarinê, avdanê û hilmdanê de xerc dibe, nayê talefîkirin.

Dewleta Tirk a dagirker ji 32 mehan ve ava çemê Firatê qut dike.

Di encamê de rêjeya avê kêm bûye û ava golên li paş bendavên herêmê jî bi rêjeya ji sedî 85 kêm bûye.

Gerînendeyê Bendeva Rojava (Tişrîn) Hemûd El Hemadîn derbarê vê yekê axivî .

Hemûd El Hemadîn eşekre kir ku zêdetirî 30 mehin ava çemê firate qutkiriye ev yek felakete .

“Gola xebitandina bendavê bi temamî hatiye xerckirin”

Li gorî wî ava golan gihaşt binî ji ber ku depoya golan bi temamî hat xerckirin û got:

“Asta depokirî ya gola bendava Firatê 304 metre jorî deryayê ye.

Niha gihaştiye 297 metreyan. Yanî 6 metre jê kêm bûye.

Ev tê wê wateyê ku gola xebitandina bendevê, bi temamî hatiye xerckirin.”

“Di vî warê de me gelek tedbîr girtine”

Her wiha diyar kir ku rewşa gola bendava Tişrînê heman e ku derdora ji sedî 85`ê depoya wê hatiye xerckirin.

Bi gotina wî Rêveberiya Giştî ya Bendavan, Nivîsgeha Enerjiyê, di vî warî de, gelek tedbîr girtin.

“Dewleta Tirk avê bi awayekî ne sabît berdide”

El Hemadîn têkildarî rêjeya avê ya niha ev agahî parve kirin:

“Dewleta Tirk avê bi awayekî ne sabît berdide.

Rêjeya herikîna avê di navbera 200 heta 250 metrekab di her saniyekê de ye.

Di rojan de ev rêje dadikeve jêrî 200 metrekabî. Lê ev miqdar nîvê miqadara li ser hatiye lihevkirin.

Ev miqdar têra ava vexwarinê, derxistina kehrebeyê, avdanê û hilmdanê nake. ”

Li bendava Tirşînê 6 torbîn hene. Niha tenê 2 torbîn ji bo 6 saet an jî 7 saetan li gorî derfetê, tên xebitandin.

Li bendava Firatê jî, ji bingeha 8 torbînan 1 yan 2 torbîn tên xebitandin.

Back to top button