YBŞ’ê nasnameya 3 şehîdên êrîşa dewleta Tirk eşkere kir

Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyiyekê nasnameya 3 fermandarên xwe yên di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbûn eşkere kir.
YBŞ’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soz dan û em ê bîranîna wan di têkoşîna Şengala xweser û azad de mezin bikin.

Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov li Çiyayê Serdeşt ê Şengalê bombe li wesayitekê barand.

Di encama vê êrîşa hovane de 3 şervanên YBŞ’ê şehîdketin.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) nasnameya sê fermandarên Êzidî eşekre kir.

Fermandariyê bal kişande li ser jiyan û têkeşoriya her sê hevreyên şehîd bûne û wiha got:

“Şoreşa azadiyê bi mîrateya şoreşgerên weke fermandar Dîndar, Pîran û Çiya her demê mezinbûna xwe domand.

Hevalê Dîndar Avesta yek ji wan heval û fermandaran e ku ji pêvajoya avabûna YBŞ’ê û cih girtiye.

Hevalê Dîndar di hemû qadan de bûye xwedî kedeke mezin.

Ji bo şengalek xweser erk û berpirsyartiyên mezin girtin ser milên xwe.

Di heman demê de hevalê me Pîran Pîr, ji roja destpêkê ve di nav YBŞ’ê de xwe birêxistin kiriye, ked daye.

Di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de di refên pêş de şer kiriye.

Rêhevalê me Çiya herî dawî fermandarê tabûrê bû ku û ji bo aramî, ewlehiya Şengalê şev û roj xebat meşand.”

Fermandariya YBŞ’ê soza da ku emê têkoşîna Şengala xweser û azad bi serkeftinê tacîdar bikin.

Li gorî daxwiyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye;

Dîndar Avesta
(Xalid Reşo Qasim)
Navê Dayikê: Delal
Navê Bav: Reşo Qasim
Ji dayikbûn: 1997-Sîba Şêx Xidir
Beşdarbûn: 2014-Dêrik
Cih û Dîroka Şehadetê: 17.09.2023-Serdeşt

Pîran Pîr
(Raîd Hecî Ferho)
Navê Dayikê: Guze
Navê Bav: Hecî Ferho
Jidayikbûn: 01.01.1996-Duhola
Beşdarbûn: 2017
Cih û Dîroka Şehadetê: 17.09.2023/Serdeşt

Çiya Feqîr
(Kemal Îlyas Biro Elî)
Navê Dayikê: Bezar
Navê Bav: İlyas Biro Elî
Jidayikbûn: 1991-Kolika
Beşdarbûn: 2015-Xanesor
Cih û Dîroka Şehadetê: 17.09.2023-Serdeşt

YBŞ: Di êrişa dagirkeriya Tirk de 3 şervanên me şehîd bûn

Back to top button