Erdogan hestê nîjatperestiyê sor dike

Serokomarê Tirkiye Erdogan careke din gef li Yewnan xwar û got:
Ew ê ji bo parastina granvan hemû derfetên di destê xwe de kar bînin.
Amarîka jî banga hestiyariyê li aliyan dike.

Rêveberiya Atîna piştî gefên Serokoamrê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan lez da tevgera hêzên leşkerî ya li gravan.

Di nava demên dawiyê de, di navbera Tirkiye û Yewnan de tengejiyek zêde heye.

Ji ber vê yekê rêveberiya Atîna, maşîneyên zirxî yên ji Amerîka girtî, li gravên Midîlî û Sîsam bicih dike.

Ev yek her çiqasî wê demê li pêş çavên Tirkiye dihat kirin jî lê helwestek tund derneket.

Her ku dema hilbijartinê nêz dibe, vê carê şefê rejîma Tirkiye Erdogan weke bûyer nû rûdaye hestên nîjatperestiyê sor dike.

Erdogan piştî Civîna Lijneya Wezîran a li koşka Serokomariyê ji gel re axivî.

Erdogan yê xwest hestên nîjadperestiyê bilind bike, careke din dest bi gefxwarina Yewnan kir û wiha got:

“Em polîtîkayên cîranê xwe Yewnanîstanê ku bêhna provakasyonê jê tê, dişopînin.

Em dizanin ku mebesta wan a rastî yên ku siyasetmedarên Yewnan provoke kirine û wan li dijî me derdixin, astengkirina bernameya me ya avakirina Tirkiyeyeke mezin û bi hêz e.”

Amerîka bû Atîna û Enqere: ne dema bilindtkirina dextê ye

Peyamên gefxwarinê yên navbera herdû welatan, di rojeva Wezareta Karê Derve ya Amerîka yê de bû.

Berdevkê Wezareta Karê Derve Ned Price li ser pirsa gelo hûn ji zêdebûna aloziyê bifikarin wiha got:

Pêşaniya sereke ya me û hevkariya navneteweyî ye di demekê de ku Rûsya welatek serwerî dagir dike, li kêleka hev rawestîn e.

Ned Price got:

“Niha ne dema daxuyanî û kiryarên ku di navbera hevalbendên NATOyê de aloziyê zêde bike ye.

Em hevalbendên xwe yên NATOyê teşwîq dikin ku bi hev re kar bikin da ku aramî û ewlehiya herêmê biparêzin .”

Price diyar kir ku divê her kes li ser metirsiya hevpar bisekine ku ew jî gef û êrişkariya Rûsyayê ye.

Back to top button