Hemwextî êrişa li ser reya Qamişlo-Amudê a Rojava, li Şengalê jî êrişa hewayî pêkhat.
YBŞ’ê ragihand ku di êrişa dewleta Tirk a qirker de 3 şervanên wan şehîd bûn.
Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov li Çiyayê Serdeşt ê Şengalê bombe li wesayitekê barand.
Derbarê êrişê de Yekîneyên Berxwedana Şengalê daxuyaniyek weşand.
YBŞ’ê ragihand ku di êrişê de hêzên wan hatiye hedefegirtin û got:
Di encama vê êrîşa hovane de 3 hevreyên me gihîştin şehadetê.
YBŞ’ê diyar kir armanca êrişan dagirkeran têkbirina aramiya Şengal û vegera gel e û wiha got:
Dijmin û xayinên ku difikirin bi van êrîşên tirsonek bi me gav paş de bidin avêtin bila bizanibin;
Em ê li ser rêça şehîdên xwe bimeşin heta ku em doza wan bibin serî.
Em heya ev doz bi serkeftinê tacîdar nebe dev ji vê têkoşîn û berxwedana xwe ya mafdar bernadin.
Di dawiyê de YBŞ’ê daxuyand ku wê nasnameya hevreyên xwe yên şehîd bûne, demên pêş bi raya giştî were parvekirin.