Kongra Star: Em ê bi têkoşînê tola hevalên xwe hildin

Meclisa Kongra Star di debarê êriş û hedefgirtinên welatiyan ji hêla dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da.
Kongra Star got, “Em ê bi bilindkirina têkoşînê tola hevalên xwe hildin û diruşma ′Jin, ‎Jiyan, Azadî′ bilind bikin‎.”

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Dewlet Tirk a dagirker zihniyeta xwe ya qirker li dijî mirovahiyê û xwezayê dimeşîne her tim siyaseta qirkirin û tunekirinê li dijî gelên resen yên herêmê dewam dike .

Ji ber ku hebûn û vîna gelan qebûl nake, li dijî gelên herêmê hemû cureyên şer û çekan bi kar tîne.

Ji bo ku dagirkerî hebûna xwe rewa bike li dijî hêzên paraistina Jin û civakê û gelan YPJê ,YPGê û QSDê ve êrişan pêk tîne.

Jin pêşeng û xwedî vîna azad in ev jî bûye hêza metirsîna dagirkeriyê. Ji ber wê yekê êrişên hovane yên bê exlaqî ku di tu deman de pêk nehatîye dike.

Em van êrişên hovane yên dewleta Tirk ku li dijî pêşengên tevgera me ya azadiyê ku rojane pêk tîne bi tundî şermezar dikin.”

Kongra Star bang li dezgeh û saziyên mirovî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku êrişên xwe bi dawî bike û hesab jê bixwazin.

Back to top button